Meclisa Ciwanan a Partiya Yekitiya Demokratîk komcivînek bi sernavê “Xwedîderketina li axa welat rûmet e” li Helebê li dar xist.
Civîn li Hola Lêlûn a li taxa Eşrefiyê ya Helebê, bi tevlîbûna ciwanên ji partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate lidarxistin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê ji rêveberên Meclisa Ciwanan a PYD`ê Sabir Erûs bal kişand ser girîngiya ku ciwan çand û dîroka xwe biparêzin û erkê xwe yê mirovî li hember axa xwe pêk bînin.
Piştre, nameya Rêber Abdullah Ocalan a ji bo ciwanan hate xwendin.
Komcivîn bi gotûbêjên di navbera ciwanan de dewam kir.
