KOÇBERÊN SERÊKANIYÊ JI BO VEGERA BI EWLE KAMPANYAK DAN DESTPÊKIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Bi boneya nêzîkbûna salvegera 6’an a dagirkirina bajarê Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi daxwaza vegera ewle ya li warê xwe, kampanyaya komkirina îmzeyan da destpêkirin.

Koçberên Serêkaniyê yên Beşdarî çalakiyê bûyî diyar kirin ku Ew ê her tim ji bo vegera bi ewle a li ser cih û warê xwe çalakiyan lidarbixin û di nava tevgerê de bimîin.

Bi boneya nêzîkbûna salvegera 6’an a dagirkirina bajarê Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi daxwaza vegera ewle ya li warê xwe, kampanyaya komkirina îmzeyan da destpêkirin.

Kampanyaya bi dirûşma “6 sal ji koçberiya bi darê zorê, vegera ewle mafê me yê rewa ye” li kampên Serêkaniyê û Waşûkanî yên li Hesekê dest pê kir.

Koçberên Serêkaniyê yên Beşdarî çalakiyê bûne diyar kirin ku Ew ê her tim ji bo vegera bi ewle a li ser cih û warê xwe çalakiyan lidarbixin û di nava tevgerê de bimînin.

Beşdarên çalakiyê behsa êşa koçberiyê kirin û anîn ziman ku hêviya wan vegera li ser cih û warê wan e.

Kampaniya îmzeyan ya ku Komîteya Koçberên Serêkaniyê lidar xistiye wê 2 roja di nava herêmê de dewam bike û dê çalakî bi giştî 6 rojan li cihên cuda bidome.

Share This Article