HEYVA SOR A KURD 1100 SEPETÊN XWARINÊ LI KOÇBERÊN EFRÎN Û ŞAHBAYÊ YÊN LI QAMIŞLO BELAV KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Îro, Heyva Sor a Kurd li Qamişlo, 1100 sepetên xwarinê li koçberên ji Efrîn û Şahbayê yên li Qamişloyê belav kir.

Belavkirin li Stadyuma 12’ê Adarê pêk hat, taxa Kornîş û komînên pêve girêdayî, her weha Dibistana Hisên Abdullah, ku bi dehan malbatên koçber lê dimînin, girt nava xwe .

Hêjayî gotinê ye ku ev alîkarî ji xelkê Kerkûka Başûrê Kurdistanê hatine û ji bo belavkirina li koçberan, radestî Heyva Sor a Kurd hatine kirin.

Share This Article