Navenda Mihlicê ya bajarê Hesekê dest bi wergirtina berhemên Pembo ji cotkaran kir.
Îro, Şemiyê, Navenda Çêkirina Pembo ya Hesekê dest bi wergirtina yekem berhema pembo ya sala 2024 – 2025’an kir.
Wergitin piştî ku Saziya Giştî ya Pembû sê navendên sereke li kantonên Cezîre, Reqa û Dêra Zorê veqetandin, dest pê kir.
Li gorî Rêveberê navenda Mihlicê a Hesekê Ibrahîm Hisên, Sazî karmendên xwe yên teknîkî û îdarî bi organîzekirina kursên perwerdehiyê yên taybetî ji bo cûrbicûrkeran û alîkarên wan amade kiriye.
