DAYÎKÊN HELEBÊ BI ÇÊKIRINA XWARINÊ PIŞTGIRIYA ŞERVANAN DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Dayikên ku xwarin amade dikirin gotin, ew ê bi hemû derfetên xwe piştgiriya şervanên xwe bikin.

Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li eniyên şer ên kantona Firatê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedaneke lehengî dimeşînin.

Li gel berxwedana şervanan li eniyên şer, dayîk ji bo piştgiriya şervanan tevlî seferberiya ku Rêvebriya Xweser Ragihanibû bûn.

Dayîkên li şêxmeqsûd û eşrefiyê yên Helebê li gorî derfetên xwe xwarinê ji şervanan re amade dikin.

Dayikên ku xwarin amade dikirin gotin, ew ê bi hemû derfetên xwe piştgiriya şervanên xwe bikin.

Her wiha dayîkan diyar kirin ku heta ku şervanên azadiyê rûmeta wan diparêzin, heta dilopek xwîn di canê wan de hebe ew ê li gel şervanan li ber xwe bidin.

Dayîkên Helebê di dawiyê de tekez kirin ku, ev ax axa wan e, ew ê heta dawiyê parastina ax û bajarên xwe bikin.

Share This Article