Meclisa Ekolojî ya Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê şewata daristanên Perava Sûriyê û Wadî El Nesara li parêzgeha Humsê daxuyaniyek da.
Meclisa Ekolojî di daxuyaniya xwe de got ku Şewatên daristanan li Wadî el-Nasara û perava Sûriyê deverên berfireh ên darên kevnar wêran kirin, Ev wêrankirin bû sedema Bilindbûna pileya germahiyê û kêmbûna asta oksîjenê.
Meclisê di dewama daxuyaniyê de da zanîn ku şewata van daristanan Bandorek rasterast li ser jiyana mirovan û Zeviyên çandiniyê kir.
Meclisa Ekolojî ya Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li xelkên wan deveran kir ku Tedbîrên parastin û çavdêriyê ji bo
pêşîgirtina li dubarebûna şewatên bi vî rengê xurt bikin.
