Di bin dirûşmeya “gavek ber bi aştiyê ve” Meclisa Werzîşê û Desteya Ciwan û Werzîşê, bi hemahengiya Rêxistina Kalîte, Lêkolîn û Geşepêdanê, çalakiyek maratonê ya giştî li Reqayê li dar xistin.
Di çalakiyê de ciwan û keçên ji temenên cuda bi berfirehî beşdar bûn.
Maraton ji bazara El-Hal a li ser Kornîşa başûrê Reqa dest pê kir û li pira nû di nav atmosfereke coşdar de bi dawî bû.
Di dawiya çalakiyê de, 10 beşdarên ku gihîştin xeta dawîyê û bi serketin, ew xelat kirin.
