PÊŞANGEHA ŞEHÎD HEREKOL DI ROJA XWE YA 4’AN DE DEWAM DIKE

Rojava Tv
2 Min Read

8’emîn pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan di bin dirûşma “Ka em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê” di roja xwe ya 4’an de li bajarê Qamişlo dewam dike.

Beşdarên pêşangehê diyar dikin ku, di roja me ya îro de derfeta xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî li pêşiya her kesî vekiriye.

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol cara yekemîn 20`ê Tîrmeha 2017`an ji bo bîranîna têkoşer û nivîskar Hisên Çawîş hate lidarxistin û ji wê demê ve salane Pêşangeh tê sazkirin.

Îsal jî 8’emîn pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan di bin dirûşmeya “Ka em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê” roja 15’ê mehê dest pê kir û di roja xwe ya 4’an de didome.

Di pêşangehê de hejmarek nivîskarên ciwan bi berhemên xwe yên wêjeyî yên balkêş beşdar in.

Beşdara pêşengehê û nivîskar Evîn Teyfûr got, di roja me ya îro de derfeta xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî li pêşiya her kesî vekiriye.

Her wiha nivîskar Elîksandra Mihemed jî diyar kir ku, piştî şoreşa Rojava êdî xwendin bû xaleke sereke û gelekî giringî bi xwendinê hate dayîn. Li gorî komîteya amadekar berhemên di 8’emîn pêşangeha pirtûkan a Ş.Herekol de hatine pêşandan ji sedî 45 bi Kurdî, ji sedî 25 berhemên jinan in û ji sedî 40 jî berhemên wêjeyî yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Share This Article