XWENDEKARÊN SERKEFTÎ LI REQAYÊ HATIN XELATKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê, xwendekarên dibistana navîn û amadehî yên serkeftî, bi şahiyekê li kantona Reqayê xelat kirin.

Di şahiya xelatkirinê de, xwendekar û malbatên wan, nûnerên saziyên sivîl û şêniyên kantona Reqayê beşdar bûn.

Di şahiyê de, axaftin li ser navê Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê û Meclisa Gelan a Kantona Reqayê hatin kirin.

Axêveran bal kişandin ser rola perwerdeyê di pêşveçûna civakê de û giringiya piştgiriya proseya xwandinê di hemû rewşan de.

Piştî axaftinan, xelat li ser xwendekarên serkeftî hatin belav kirin û çalakî bi stran û gerandina govendên kevneşopî bi dawî bû.

Share This Article