Di çarçoveya xebatên xwe yên ji bo xizmeta jin û civakê de, Kongra Star navendeke dermankirina xwezayî bi navê Şahmîran li kantona Şehbayê vekir.
Tevî dorpêça dijwar a ku ji aliyê hikûmeta Şamê ve li ser kantona Şehba hatiye ferzkirin, lê dîsa xebatên ji bo xizmeta gel berdewam dikin.
15ê Çileyê bi pêşengtiya Kongra Star û Komîteya Tendrustî , lı navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê navenda Şahmîran ya dermankirina xwezayî hat vekırın.
Derbarê de , berdevka komîteya tendrustî ya Kongra Star Gûney Mustefa Ji Rojava Tv re behsa hurgiliyên navendê kir
Gûney Mustefa destnîşan kir ku di hundir navendê de bêş in taybet bi jin û tenduristiya wê heye.
Endama beşa Sporê Emîra Fewzî Sîdo bi gelemperî behsa beşa sporê û çawaniya dayîna perwerdeyê kir
Kantona Şehbayê di bin dorpêça Hikumeta Şamê de ,di rewşeke tengezar de ye, ev yek dihêle reşwa koçberan ya tenderustî giran bibe û pêwistiya vekirina navendên bi vî rengî çêbibe.
