Bi armanca pêkanîna serjimariya giştî ya şêniyan, îro di saetên sibehê de li Kantona Firatê serjimariya giştî dest pê kir.
Serjimarî ji aliyê Nivîsgeha Plankirin û Serjimariyê ya kantona Firatê ve hatiye bêrixitinkirin .
Li seranserî kantonê ji saet 06.00’an ve qedexeya çûnûhatinê hatiye ferzkirin.
Ji saetên serê sibehê ve 4 hezar ekîb ku her ekîbek ji 2 kesan pêk tê ketin nava taxên bajar, bajarok û gundan û dest bi serjimariyê kirin.
Li gorî, Nivîsgeha Plankirin û Serjimariyê ya Firatê Armanca sereke ew e ku agahiyên têrker yên girêdayî şêniyan (kesên nexweş, kesên winda, rewşa madî, naskirian milk, rewşa astengdariyê, kesên temen mezin) bên komkirin.
