Wênesaz Ferhad Mustefa yek ji wan wênesazên kevn li bajarê Kobanê ye.
Ferhad Mustefa kêliyên jiyana xwe ya hunerî vedibêje em lê temaşe bikin….
Huner yek ji rêbazên ku mirov dikare bi hêsanî nameya xwe pê ragihîne bê ku tengas bibe.
Li gorî hin kesan huner ji bo civakê ye û li gor hin kesên din jî huner ji bo huner e.
Çawa bike divê tenê prensîpên hunerê li ber çavan bigire.
Huner li gorî fikra her kesî tê şîrovekirin û her mirovek bi nerîna xwe dikare ji xwe re xeyal çêbike û li ser wê kar bike.
Ferhad Mustefa jî yek ji wan wênesazên kevn li bajarê Kobanê ye.
Ferhad Mustefa bi riya çêkirina tabloyan hezkirina xwe ji folklora Kurdî, xwezaya welatê xwe û hunermendên pêşeng re radighîne.
Ferhad Mustefa kêliyên jiyana xwe ya hunerî ji Rojava Tv re vedibêje.
Ferhad Mustefa dibêje, dema wî tablo çêdikirin nikarîbû nav û dîrokê li ser wan binvîse ji ber ku wê demê ewlehî ji wan re tune bû.
Wênesaz Ferhad Mustefa di 25 saliya xwe de bi xêzikên biçûk dest bi çêkirina tabloyan kir û niha jî gihiştî asta pisporiyê û di gelek pêşengehan de beşdar bûye.
Ferhad Mustefa li aliyekî di odeya xwe ya biçûk de tabloyan xêz dike û li kêlek xêzkirinê li peymangeha şehîd Zozan mamosteyê beşa wênesaziyê ye.
