PLATFORMA MALBATÊN WINDAYAN LI QAMIŞLO ÇALAKIYEK LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

 

Bi boneya Roja Qurbaniyên Windayiyên Darê Zorê ya Navneteweyî, Platforma Malbatên Windayan Li bajarê Qamişlo çalakiyek lidarxist.

Çalakî bi dirûşma “Deriyên li benda vegera we hîna vekirî ne” hat li dar xistin.

Bi dehan malbatên windayan, çalakvan û hiqûqnas li pêşiya avahiya NY ya li Qamişlo tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de axaftin ji aliyê Koordînatorên Malbatên Windayiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Dayikên windahiyan ve hatin kirin.

Axêveran diyar kirin ku ev çalakî ji bo piştgiriya kesên winda û mallbatên wan e.

Her wiha bang li rêxistinên hiqûqî yên têkildar hat kirin ku bi erkên xwe rabin û çarenûsa windahiyan diyar bikin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên, “Bêyî aşkerakirina çarenûsa windayan aştî û siberoj nîn e” bi dawî bû.

Share This Article