bi hatina werzê zivstanê re rewşa koçberan di nava çadran de û nebûna bêdivî û alavên germikirnê, zehmetir dibe,
Koçberên ji serêkaniya dagirkirî ku li kampa newroz ya li dêrkê bi ceh bûne ji ROJAVA TV re behsa êş û azarên xwe yên li warê koçberiyê û zehmetiyên wê dikin.
Kampa Newroz ku dikeve Rojhilatê bajarê Dêrikê, bi hezaran koçberên serêkaniyê , efrîn û girê sipî digre nav xwe.
Bi hatina werzê zivstanê re zehmetiyên koçberên di nava çadiran de, nebûna bêdivî û alavên germikirnê, zêdetir dibe,
Koçberên serêkaniya dagirkirî ku li kampa Newroz dimînin ji ROJAVA TV re behsa êş û azarên xwe dikin.
koçberan dan zanîn ku tu kes ji bilî rêveberiya xweser alîkariya wan nakin û rêxistinên mirovî yê navdewletî wan paşguh dike.
li gor rêveberiya kampa Newroz hejmara koçberên di nava kampê de gihştiye 5468 koçber, koçberên ki bi darê zorê ji ceh û warê xwe koçber bûne, bi hêviya vegera li ceh û warê ne.
