Yaneya Zarokên Şekir li Reqayê ji bo hişyarkirina ji nexweşiya Şekir û bi taybetî li gel zarokan, semînerek li dar xist.
Yaneya Zarokên Şekir bi hevkariya Meclisa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê semîner li dar xist.
Bi dehan Malbatên ku zarokên wan bi nexweşiya Şekir ketine û Endamên Meclisa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê tevlî semînerê bûn.
Semîner ji aliyê doktor Riyad El Elî ve hate pêşkêşkirin.
Doktor El Elî, armanca semînerê ew e ku zarokên bi nexweşiya şekir werin parastin.
