Di bin dirûşma “Şehîdên me rûmeta me ne, şervanên me hêz û parêzvanên me ne”, Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Rojava, li ser asta kantona Cizîrê, xwepêşandanek li goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo li dar xist.
Meclisê di xwepêşandana xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo aşkerakirina aqûbeta kesên winda, garantiya silametiya dîlgirtiyan û radestkirina cenazeyên şehîdan bixebitin.
