DESTEYA TENDURISTIYÊ YA CIZÎRÊ PROJEYA “KILÎNÎKÊN GEROK” DA DEST PÊ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Tenduristiyê ya kantona Cizîrê îro bi civînekê projeya ” Kilînîkên Gerok ” li kantonê da dest pê kirin.
Civîna Desteya Tendirustiyê bi hevkariya Gerînendeya Tendirustiyê ya bajarê Hesekê hat dest pêkirin.
Bi dehan endamên Desteyê, Rêveberiya Xweser, Meclisên herêmî beşdarî civînê bûn.
Di civînê de li ser navê Desteya Tendirustiyê ya kantona Cizîrê axaftin hatin kirin.
Axêveran diyar kirin ku ev kilînîk dê li gundan bigerin û xizmetên bê pere pêşkêşî şêniyan bikin.

Share This Article