Ev demek hikûmeta Şamê dorpêça li ser kantona Şehbayê ku koçberên Efrînê lê dimînin, tundtir kiriye.
Koçberên Efrînê gotin ku bi tundkirina dorpêçê û hatina zivistanê re azarên wan zêdedtir dibin û banga li rêxistinên mirovî kirin ku bi awayekî lezgîn tevbigerin.
Di nava kampan de koçberên Efrînê jiyaneke zehmet diborînin, demsala zivistanê jî li ber deriyan e û bi wî awayî azarên wan duqattir dibin.
Tevî van astengiyan jî ew li gorî derfetên xwe li ber xwe didin, lê ev demeke Hikûmeta Şamê û firqeyên ser bi wê ve, dorpêçeke tund li ser kantona Şehbayê sepandiye.
Bi wê dorpêçê re rê li ber derbasbûna pêdiviyên sereke yên jiyanê weke derman û sotemenî tê girtin û li gorî welatiyan ev yek metirsiyeke cidî li ser jiyana wan çê dike.
Koçberên Efrînê bang li rêxistinên mirovî kirin ku bi awayekî lezgîn tevbigerin û alîkariyên pêwîst pêşkêş bikin.
Li kantona Şehbayê zêdetir ji 100 hezar koçberên Efrînê di nava 5 kampan de dijîn û Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe alîkariyê ji koçberan re pêşkêş dike û li gorî rêveberiya kantonê bi tundkirina dorpêçê re rewş zehmettir dibe û rê li ber karasetekê vedibe.
