Tevgera Hîlala Zêrîn navendeke çandî ya nû bi navê Kezwan li bajarê Hesekê bi merasîmekê vekir.
Merasîm bi beşdariya Endam û rêveberên Saziyên jin û Tevgera çand û hunerê hate sazkirin.
Di merasîmê de Endama Tevgera Hîlala Zêrîn Nebha Mihemed axivî û behsa berxwedana şehîdên çandê kir û soza şopandina rêya wan nû kir.
Piştre grûpên stran, govend û şanoyê berhemên xwe pêşkêş kirin.
Merasîm bi gerandina govendê û gotina stranan bi dawî bû.
