Di çarçoveya bernameya Zarhunera Havînê de, TEV- ÇAND’ê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo şahiyek ji bo zarokan li dar xist.
Beşdarên şahiyê diyar kirin ku armanca wan, pêşxistina şiyanên afirîner ên zarokan û nasnameya wan a çandî ye.
Tevgera Çand û Huner Demokratîk a Mezopotamya TEV ÇAND li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê bi dirûşma “Em ê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin” şahiyek ji bo zarokan li dar xist.
Ev şahî di çarçoveya bernameya Zarhunera Havînê de hate li dar xistin.
Bernameya “Zarhûnera Havînê” di 1’ê Hezîranê de ji aliyê TEV-ÇAND, Şanoya Çiya û Fonti De Paci hatibû destpêkirin.
Zarokên ji bajarên kantona Cizîrê bi cil û bergên xwe yên gelêrî, tevî malbatên xwe tev li çalakiyê amade bûn.
Zarokên ku beşdarî şahiyê bûn ji Rojava Tv re kêfxweşiyên xwe anîn ziman.
Berpirsên vê şahiyê jî diyar kirin ku armanca wan ji li dar xistina çalakiyan, pêşxistina şiyanên afirîner ên zarokan û nasnameya wan a çandî ye.
Şahiya Zarokan bi pêşkêşkirina berhemên hunerî û bi gerandina govendê bi dawî bû.
Hêjayî gotinê ye ku Li 10 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 893 zarok fêrî muzîk, şano, wêne û govendê dibin.
