Şoreşa 19 Tîrmehê ya ku weke şoreşa jinê tê nasîn, li kêleka wê weke şoreşa ziman jî deng vedaye û ji bo azadiya ziman û çandan bû gaveke giring û avaker.
Bi destpêkirina şoreşa rojavayê kurdisanê re gavên pîroz yên weke vekirina dibistanên kurdî, akademî û zanîngehan hatin avêtin.
Bi boneya 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî rêveber û xwendekarên Zanîngeha Kobanê ji Rojava TV re nêrînên xwe anîn ziman û gotin bi destpêkirina şoreşa 19ê tîrmehê re şoreşa ziman jî hat destpêkirin.
Li aliyekî din jî xwendekarên Zanîngeha Kobanê kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin ku şoreşa Rojava şoreşa ziman di hundirê xwe de ava kir.
Her çendî qedexe û astengiyên li pêşiya zimanê kurdî hene jî, lê rewşenbîr û dezgehên Kurdî ji bo parastina û serwerkirina ziman, di nava hewldanan de ne.
zimanzanên kurd îro hewl didin li ser riya zimanzanên kurd yên mîna Mîr Celadet Bedirxan û Osman Serbrî bimeşin û zimanê kurdî bi pêşbixin û xwedî lê derkevin.
