Hevdemî bilindbûna pileya germahiyê, Taxa El-Zinûd a bajarê Qamişlo, rastî krîzeke giran a peydakirina avê tê.
Taxa El-Zinûd a bajarê Qamişlo, mîna taxên din ên li bajêr, ji demekê ve krîzeke giran a kêmbûna ava vexwarinê dijî.
Welatî bi mehan e nikarin avê peyda bikin, ji ber vê yekê piraniya wan neçar in ku avê ji tankeran bi bihayên bilind, ku carinan digihîje 75 hezar lîreyên Sûrî, bikirin.
Di gera Rojava TV ya di taxê de, welatiyan helwestên xwe parve kirin û rewşa xwe ya ji ber kêmûna avê anîn ziman.
Welatiyan destnîşan kirin ku rêyên alternatîf pir biha ne, û pir caran dagirtina tankerekê dighêje ji 75 hezar Lêreyên Sûrî.
Tevî ku Şaredariya Gel a Qamişlo ji çend rojan ve, bernameya belavkirina avê ji bo taxan ragihandî, lê ta niha piraniya taxan bê av in.
Di nava gel de metirsiyek heye ku berdewamiya kirîzê, bibe sedema belavbûna nexweşiyan.
