3’EMÎN FESTÎVALA ŞEHÎD ARÎN A ŞANOYÊ DI ROJA 5’AN DE DIDOME

Rojava Tv
1 Min Read

3’emîn Festîvala Şehîd Arîn”Bisk û Zulfên Aştiyê” bi pêşkêşkirina şanoyan di roja xwe ya 5’an de li bajarê Kobanê berdewam dike.

Di roja 4’an a festîvalê bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Xweser, Rewşenbîr û Hunermend beşdar bûn.

Di bernameya roja 4’an a festîvalê de koma şano ya bajarê Helebê şanoyek bi navê ”Dawet” ku derhênerên wê EbdilRihman Omer û Mihdîn Erselan in hat pêşkêşkirin.

3’emîn Festîvala şehîd Arîn “bisk û zulfên aştiyê ye” dê heta 12`ê Cotmehê bidome û di wan rojan de komên hunerî yên ji Heleb, Şehba, Reqa, Minbic, Tebqa û Kobanê dê berhemên xwe pêşkêş bikin.

Share This Article