KOÇBERÊN EFRÎNÊ DAXWAZA VEGERA LI WARÊ XWE DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Koçberên Efrîna dagirkirî yên ku niha li bajarê Qamişlo dimînin ji Rojava Tv te behsa êş û azarên xwe yên ji ber koçberiyê kirin.
Koçber dibêjin, ji roja koçberiyê de ew di nava germ û sermayê de dijîn, her wiha hêviya wan ew e ku di zûtirîn dem de vegerin Efrînê.

Her ku diçe êş û azarên koçberên herêmên dagirkirî zêdetir dibe û hêviya wan a vegera bi ewle û rûmet jî pêre pêre mezintir dibe.

Koçberên Efrîna dagirkirî yên ku niha li bajarê Qamişlo dimînin ji Rojava Tv te behsa êş û azarên xwe yên ji ber koçberiyê kirin.

Koçberên Efrînî anîn ziman ku, ji roja derketina wan a ji efrînê ew di nava şert û mercên zehmet de jiyan dikin.

Her wiha Koçberan diyar kirin ku hêviya wan ew e ku di zûtirîn dem de bi ewle vegerin Efrînê.

Tevî ku yek ji xalên sereke yên peymana di navbera Fermandearê Giştî Yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û Ehmed El Şeri de vegera bi ewle a koçberan bû, lê ta niha hikumeta veguhêz li gorî xalên peymanê tevnagere û koçber jî di nava êşê de jiyan dikin.

Share This Article