welatiyên bajarê Qamişlo bang Rêber Abdullah Ocalan bi dilgermî pêşwazî kirin û gava ku PKK’ê avêtiye, bi gava gihêştina civaka demokratîk bi nav kirin.
Di 27ê Sibatê de, Rêber Abdullah Ocalan da ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û diyalogê çareser bike banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir.
Ji bo bersivdana banga rêbertî de, koma aştî û civaka demokratîk di 11’ê Tîrmehê de, wekî gavek ber bi çareseriyek aştiyane û siyasî ve, çekên xwe şewitandin.
Di vê çarçoveyê de, welatiyên bajarê Qamişlo bang Rêber APO bi dilgermî pêşwazî kirin û gava ku PKK’ê avêtiye, bi gava gihêştina civaka demokratîk bi nav kirin.
Welatiyan tekez kirin ku divê Tirkiyê jî gavên cidî bavêje û bersiva banga rêbertî bide, da ku pêvajoya aştiyê serkeftî biçe serî.
Welatiyên bajarê Qamişlo di dawiyê de hêvî kirin ku rêber Abdullah Ocalan re bibînin û piştrast kirin ku ramanên Rêber APO hîmê bingehîn ên her çareseriyeke siyasî ye.
