Rêvebera Tevgera Ciwanên Şoreger a Sûriyeyê Ronahî Amanos di salvegera yekemîn a şehadeta xwe de li Hesekê û Dêrazorê hate bibîranîn.
Di merasîmên bîranînê de tekezî li ser berdewamkirina rêya şehîdan hate dayîn.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi boneya salvegera yekemîn a şehadeta yek ji pêşengên tevgerê Ronahî Amanos (Hêvî Hesen) merasîmên bîranînê li çend bajaran dar xist.
Merasîma bîranînê li hola Xabûr a bajarê Hesekê hate lidarxistin. Bi dehan ciwan, nûnerên Meclisa Malbatên Şehîdan û hêzên leşkerî amade bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevseroka Tevgera Ciwanên Ermen Lusnak Kaferyan li ser jiyan û têkoşîna şehîd Ronahî axivî.
Lusnak diyar kir ku şehîd Ronahî dengê jina azad bû û bi cesareta xwe peyama xwe gihand cîhanê.
Lusnak anî ziman ku têkoşer Ronahî meşaleya ku rêya hevreyên xwe û jinên ciwan ên lêgerîvanên azadiyê ronî kir.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Dêrsim Hesekê jî bi navê hêzên leşkerî di kesayeta şehîd Ronahî de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza domandina rêya şehîdan da.
Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîd Ronahî Amanos hat pêşandan. Di dawiyê de dayikên şehîdan mûm pêxistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger li Dêrazorê jî bi heman awayî Şehîd Ronahî Amanso bi bîr anî.
Bi dehan ciwan beşdarî merasîma bîranînê bûn. Di merasîmê de axaftin hatin kirin û tekezî li ser berdewamkirina rêka şehîdan hate dayîn.
Ronahî Amanos 15’ê Mijdara 2024’an dema erka xwe bi cih danî, li bajarê Qamişloyê şehîd bû û li goristana Şehîd Berxwedana Serdemê bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin.
