REWŞENBÎRÊN REQA Û TEBQAYÊ BI FORUMEKÊ BANGA RÊBER APO NÎQAŞ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Yekîtiya Rewşenbîran a kantona Reqayê, bi hevkariya yekîtiya rewşenbîran a kantona Tebqayê, forumeke diyalogê bi sernavê “Banga rêber ji bo aştiyê û rola rewşenbîran di aştiya sivîl de” li dar xist.
Forûm bi deqeyek bêdeng ji bo bîranîna giyanên şehîdan dest pê kir, piştre perspektîfên rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin.
Di forûmê de du xal hatin nîqaşkirin: “Rola rewşenbîran di banga aştiyê û civaka demokratîk de” û “Xwendinek di banga aştiyê de ku ji hêla rêber Abdullah Ocalan ve ji sala 1993’an heya îro hatiye kirin”.
Piştî wê rê li ber beşdaran hat vekrin ku nerînên xwe li ser girîngiya rola rewşenbîran di piştgiriya destpêşxeriyên aştiyê de pêşkêş bikin.
Di dawiya çalakiyê de rewşenbîran tekezî li ser pêwîstiya biserxistina banga “Aştî û Civaka demokratîk” û xurtkirina bingehên civaka demokratîk kirin.

Share This Article