Roja 27’ê Tîrmeha 2016’an li taxa Xerbî ku yek ji kolanên herî qelebalix ên bajarê qamişlo ye, çeteyên DAIŞ`ê kamyoneke ku bi temqemenî hatibû barkirin, teqandin.
Teqîn di demeke ku welatiyan li dikanan pêwîstiyên xwe distandin, pêk hat. Di encama teqînê de 62 welatî şehîd, 177 kes jî birîndar bûn.
derbarê mijarê de Semîra Xelîl ku kurê wê dema li ser erka xwe ya parastina welatiyan bû di wê teqînê de şehîd bû, behsa hûrgiliyên wê rojê dike.
Semîra Xelîl di salvegera vê roja bi êş de, careke din soza berxwedanê û domandina riya şehîdan nû kir û tekez kir ku dê tu carê dagirkerî û çete bi van kiryarên xwe nikaribin îradeya wan bişikînin.
9 sal di ser bûyera teqîna taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo re derbas dibin, lê hêj sûcdarên vê komkujiyê nehatine cezakirin, li şûna ku di dadgehên navnetewî de bihatana darizandin, niha cihê xwe di desthilatê de digirin.
