Rêveberên kantona Cizîrê derbarê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê axivîn û diyar kirin ku bi saya şoreşê û destkeftiyên şehîdan ew xwedî li mafên xwe derketin û niha di nava aramiyê de jiyan dikin.
Bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bajarê Kobanê di sala 2012’an de, hêviyên gelê Kurd û tevahî gelên herêmê geş bûn.
Xelkên herêmê bi şoreşê re xeta sêyemîn hilbijartin û avakirina şoreşeke rizgariyê ya civakî, demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş esas girt.
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Ferhan Dawûd diyar kir ku bi saya şoreşê û destkeftiyên şehîdan ew xwedî li mafên xwe derketin û niha di nava aramiyê de jiyan dikin.
salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku di sala 2012’an de hat dest pê kirin nîzîkê dibe.
Ev şoreş îradeya gelan û azadiya wê temsîl kir.
bi saya şoreşê û destkeftiyên şehîdan em xwedî li mafên xwe derketin û niha di nava aramiyê de jiyan dikin.
bi fikra netewa Demokratîk û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ev şoreş bi ser ket û di nava cîhanê de deng veda.
Di nava vê şoreşê de me karîbû em sîsteme demokratîk ava bikin ku hemû pêkhateyên herêmê ji Kurd , Ereb, Sûriyan û Ermen cihê xwe têde bigrin.
Şoreşa Rojava yê Kurdistanê dengek ji hemû gelan re bû.
Her wiha Endama Koordînasyona Kongra Star ya bajarê Hesekê Nahid Silêman anî ziman ku bi saya fikr û felsefeya rêber Apo, şoreşa 19’ê Tîrmehê hîmên xwe xurtir kir.
Bi saya şoreşa 19’ê Tîrmehê, jinên Rojavayê Kurdistanê li hember hemû zor û zehmetiyan hebûna xwe îsbat kirin
Jin di warên Siyasî, Civakî, Leşkerî û hwd de rol lîst û bi têkoşîna xwe bandor li jinên derveyî herêmê kir.
Şoreşa 19’ê Tîrmehê, rihê jinan carek din zindî kir.
jinan hêzek mezin nîşan da û karek giran girt ser milê xwe. Ji ber wê, ev şoreş bi şoreşa jinê tê naskirin.
Em salvegera şoreşa Rojava li tevahî gelan bi taybet li gelê Kurd pîroz dikin.
Û em dibêjin, em ê her dem di tekoşîna xwe de dewam bikin da ku em dengê hemû jinan ji cîhanê re ragihînin.
Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo guhertin û veguhertina ber bi demokrasiyê ve ezmûneke nû û girîng li herêmê afirand.
Ev şoreş bû hêzeke aktîf ku hîna jî di gelek qadan de têkoşîneke girîng raber dike û ji bo parastina mirovahiyê di mercên zehmet de fedakariyên mezin dide.
