YEKÎTIYA KEDKARAN HEDEFGIRTINA KEDKARAN JI ALIYÊ DAGIRKERIYA TIRK VE ŞERMEZAR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Yekîtiya kedkaran li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina kedkar û sivîlan şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ji 4’ê Cotmehê ve dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên bi balafirên şer, balafirên bê mirov û çekên giran li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerekî dijminane li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne”.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dagirkeriya Tirk bi êrîşên xwe, binesaziya ku di nav de navendên hilberîna elektrîkê, stasyonên avê, bîrên petrolê yên ku ji bo gelê herêmê wekî pişika jiyanê tê dîtin dike hedef.
Di dawiya daxuyaniyê de Yekîtiya kedkaran êrîşên artêşa Tirk a dagirker a li ser sivîl û karkerên ku li zeviyên pembû şermezar kir û bang li rêxistin û saziyên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kir ku demildest destwerdanê bikin û van binpêkirinan rawetînin.

Share This Article