KONGRA STAR LI QAMIŞLO Û KOBANÊ SALVEGERA SERHILDANA ” JIN JIYAN AZADÎ ” BI BÎR ANÎ

Rojava Tv
3 Min Read

Kongreya Star li bajarê Qamilo û Kobanê bi boneya salvegera 3’an a qetilkirina Jîna Emînî û serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” daxuyanî dan û banga mezinkirina asta têkoşînê kir.

Kongreya Star a bajarê Qamiloyê yê kantona Cizîra û bajarê Kobanê yê kantona Firatê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya qetilkirina Jîna Emînî a 22 salî û serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” daxuyanî dan.

Daxuyaniya bajarê Qamişloyê li Stada Şehîdên 12’ê Adarê hat dayîn.

Bi sedan jin ji sazî û dezgehên jin ên bajarê Qamişloyê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Jinan stûmalên bi Kurdî û Erebî li ser “Jin, Jiyan, Azadî” hatibû nivîsandin li xwe kirin.

Di daxuyaniyê de tevayî şehîdên serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” hatin bi bîr anîn, sersaxî ji malbatên wan re hate xwestin, silav ji jin û gelên li ber xwe didin re hate şand.

Her di daxuyaniyê de hate gotin, Em sêyemîn salvegera serhildana jinan û gelan a li hemberî olperestî, nîjadperestî û zayendperestiyê, li hemberî hêzên hegemon ên hertim jinan li paş dihêle û bê îrade dike, di kesayeta Jîna Emînî de kursiyê melayan hejand, bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî serhildana wan ditewînin.

Jinên Kongra Star di dawiyê de serhildana ” Jin Jiyan Azadî ” silav kirin û piştigiriya xwe bi jinên Rojhilatê Kurdistanê re nîşan dan.

Daxuyanî bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

Li Kobanê jî bi sedan endamên Kongra Star û jinên kantona Firatê li Qada Jina Azad tevlî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Ramanên Rêber Apo ji bo me tevahî jinan bûn hêza xurtikirina tekoşîna jin û geşkirina serhildana ” Jin Jiyan Azadî û serxistin û rizgariya hemû jinane.

Serhildana herî mezin a şoreşgerî ya salên dawî bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” li Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav bû.

Ne tenê serhildanek li dijî ferzkirina hîcabê bû, di heman demê de ji bo bidestxistina hemû maf û azadiyên siyasî, aborî û civakî yên hemû gelan bû.

Daxuyanî bi berzkirina diruşmeyên ” Jin Jiyan Azadî ” bi dawî bû.

Share This Article