ENDAMÊN PYD’Ê YÊN QAMIŞLO KIRYARÊN LI DIJÎ DURZIYAN ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk a bajarê Qamişlo, kuştina bi dehan welatiyan li Siwêdayê şermezar kirin û gotin, zimanê kuştin û talanê dê Sûriyê ber bi hilweşîna ewlehî ve bibe.

Ev çend roj in li parêzgeha Siwêdayê ya Sûriyê, pevçûnên çekdarî di navbera komên Druzî û eşîrên Bedewî yên ku ji hêla hêzên Hikumeta Veguhêz a Şamê ve têne piştgirî kirin, diqewimin.

Ji ber pevçûnên giran, bi dehan kes hatin kuştin û birîndarkirin. Piraniya wan sivîlên Druzî yên ku ji bo parastina bajarê xwe seferber bibûn.

Derbarê kiryarên li dijî welatiyên Siwêdayê , endamên PYD’ê yên bajarê Qamişlo ji Rojava TV re axivîn û kiryarên tesfiye û kuştina bêserûber a li dijî Durziyan şermezar kirin.

Her weha Endamên PYD’Ê banga bidawîkirina kiryaran û pêşxistina hişmendiya aştî û hezkirinê di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê kirin

Li gor hin analîstan bûyerên li Siwêdayê” ji ber nebaweriya Durzîyan bi hikûmeta vegûhêz a Şamê, nemaze piştî komkujiyên li peravê, derketiye holê.

Her wiha hin analîz tekez dikin ku berdewamiya şer dikare bibe sedema şerekî navxweyî ya demdirêj.

Share This Article