HEDEFGIRTINA ROJNAMEVANÊN JIN LI QAMIŞLO BI MEŞEKE GIRSEYÎ HATE ŞERMEZARKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Li dijî hedefgirtina rojnamevanên jin, li bajarê Qamişlo meşeke girseyî hate lidarxistin.

Di meşê de hedefgirtina rojnamevanan bi tundî hate şermezarkirin û soza şopandina doza wan a pak û pîroz hate dayîn.

Welatiyên kantona Cizîrê ne, di bin dirûşmeya Hedefgirtina pêşengên jin, êrîşa li ser bingeh û destkeftiyên şoreşa Jinê ye, meşeke girseyî li bajarê Qamişlo li dar xistin.

Di meşê de hedefgirtina her du rojnamevanên jin Gulistan Tara û Hêro Bahadîn bi tundî hate şermezar kirin. Her wiha piştevaniya jinên rojnameger hate kirin.

Meşvanan dirûşmeyên Jin Jiyan Azadî û bijî çapemeniya azad berz û bala kirin.

Di meşê de li ser navê Tevgera Jin Şaha Xelîl axivî û piştrast kir ku, berdewamkirina mîrasê şehîdan erka wan a sereke ye.

Roja 23’yê Tebaxê dewleta Tirk erebeya rojnamevanan li Silêmaniyê hedef girt û di encamê de Gulistan û Hêro gihaştin asta şehadetê.

Share This Article