Welatiyên bajarê Amûdê nerazîbûnên xwe derbarê paşguhkirina biryara zêdekirina demjimêrên xebitandina jeneratorên xizmetê anîn ziman.
Welatiyan daxwaz kirin ku ev biryar di demeke zû de were bicihanîn û kesên biryarê paşguh dikin werin cezakirin.
Di çarçoveya başkirina xebatên xizmetê ku ji welatiyan re têne pêşkêş kirin de, Rêveberiya Xweser civînek bi yekîtiya şaredariyan û Gerînendeya Sotemeniyê re li dar xist.
Rêveberiyê di civînê de biryara zêdekirina demjimêrên xebitandina jeneratorên xizmetê ji 8 saetan bo 16 saetan da.
Biryar di destpêkê de di nav welatiyan de kêfxweşiyek çêkir, lê ev kêfxweşî ji ber nepabendîbûna hin xwediyên jeneratoran ji biryarê re, veguherî bêhêvîtiyê.
welatiyên bajarê Amûdê nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin, piştî derketina biryarê rewşa kehrebeyê xirabtir bû.
Ji aliyê xwe ve Komîteya Jeneratoran a Şaredariya Amûdê diyar kir ku sedema derengmayina bicihanîna biryarê ew e ku gelek jenerator ne li gorî mercên xebitînê ne .
Rêveberiya Xweser bi gavê armanc dike ku rewşa elektrîkê, di nava şert û mercên dijwar ên ku ji ber gef û êrîşên Tirkiyê yên li ser çavkaniyên enerjiyê derketine, baştir bike û barê welatiyan sivik bike.
allowfullscreen
