LI KANTONA REQAYÊ EZMÛNÊN AMADEHÎ BI DAWÎ BÛN

Rojava Tv
1 Min Read

Xwendekarên amadehî yên mînhaca Rêveberiya Xweser yên kantona Reqayê îro ezmûnên xwe yên dawiya salê, bi dawî kirin.

15’ê hizêrana borî xwendekarên amadehî yên Reqayê dest bi ezmûnên xwe kiribûn.

Îro, 6’ê Tîrmehê xwendekaran ezmûnên xwe bi dawî kirin.

Li gorî desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Reqayê hejmara xwendekarên navîn û amadehî ku ezmûn pêşkêş kirin nêzî 700 xwendekar bûn.

Piştî ku encamên ezmûnan derkevin dê xwendekarên serkeftî berê xwe bidin zanîngeh û peymangehên herêmê da ku xwendina xwe berdewam bikin.

Share This Article