Festîvala Biharê ya Xwendekarên Zanîngeha Rojava ya 4’emîn dest pê kir. Festîvala îsal diyarî giyanê şehîd û berxwedêrên îsal hat kirin.
Festîvala Biharê ya 4’emîn ku ji aliyê xwendekarên Zanîngeha Rojavayê ve hatiye organîzekirin, dest pê kir û tê payîn ku sibe bi dawî bibe.
Di bernameya roja yekemîn a festîvalê de xwendekar û kadroyên perwerdeyê yên zanîngehê û gelek rewşenbîr amade bûn.
Bernameyê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre axaftin ji aliyê Kar û Barên Xwendekaran a Zanîngeha Rojava, Berdevkê xwendekaran ve hate kirin û gotin ku ev festîval bi armanca pêşxistina çand û hunerê di nava xwendekaran de hat birêxistinkirin.
Piştî axaftinan, Mamosteyê zimanê kurdî Beşîr Mele Newaf û lêkolîner Sahil Heydo jî helbest xwendin.
Di festîvalê de stran hatin pêşkêş kirin û xwendekar govend gerandin.
Di dawiyê de di navbera 8 komên ji mamoste û xwendekaran de pêşbirekeke çêkirina xwarinê pêk hat.
