XELKÊN QAMIŞLO BI MERASÎMEKÊ CENAZEYÊ ŞEHÎD EGÎD TÊKOŞER OXIR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Xelkên bajarê Qamişlo bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Egîd Têkoşer li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.

Di merasîmê de bi sedan xelkê bajêr, endamên ji saziyên rêveberiya xweser, partiyên siyasî û leşkerî amade bûn.

Her wiha axaftin li ser navên Wezareta Parastinê, Meclisa Leşkerî ya Qamişlo û Kongreya Îslama Demokratîk hatin kirin.

Axêveran gotin, Fedakariya şehîd Egîd û hevrêyên wî dê bibin bingeha avakirina siberojeke azad û demokratîk ji bo tevahî gelan.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin û cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan hate oxirkirin.

Share This Article