SAZÎ Û PARTIYÊN SIYASÎ YÊN LI HERÊMÊ KOMKUJIYA 3’Ê TEBAXÊ YA ŞENGALÊ ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
3 Min Read

Mala Êzîdiyan a Helebê, Meclîsa Cîbicîkar û partiyên siyasî yên Kobanê, komkujiya 3’ê Tebaxê ya li Şengalê, ku îro 11 sal di ser re derbas dibin, şermezar kirin.
Aliyên navborî bang li civaka navneteweyî kirin ku lêpirsînek fermî li ser vê komkujiyê veke û wê di nav jenosîdên ku di asta navneteweyî de hatine naskirin de tomar bike.

Weke îro ji sala 2014’an, fermana 74’an bi serê gelê Êzidî yê çiyayên Şengalê hat û li rûpelên mirovahiyê wekî yek ji komkujiyên hovane hate qeydkirin .

Di vê qirkirina sîstematîk a ku ji hêla DAIŞ’ê ve hatiye kirin de, bi hezaran Êzidî hatin kuştin, jin hatin revandin û zarok bêguneh bê dê û bav hatin hêştin .

MALA ÊZIDIYAN A HELEBÊ: DIVÊ FERMANA 74’AN WEKE JENOSÎDA LI DIJÎ MIROVAHIYÊ WERE NASKIRIN

Hemwextî salvegera 11’an a vê komkujiyê, Mala Êzîdiyan a Helebê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Êzîdiyên Helebê di daxuyaniya xwe de gotin: Komkujiya ku bi ser gelê Êzidî hatiye, wêraniyek bi xwe re anî û civaka herî kevnar ya dîrokê di qirkirinê re derbas kir.

Êzîdiyên Helebê sersaxî ji malbetên şehîdên komkujiyê re xwast û bang li civaka navnetewî kir fermana 74’an weke jenosîda li dijî mirovahiyê tomar bike.

Meclisa Cîbicîkar a kantona Firatê jî, salvgera 11’an a komkujiya Şengalê bi bîr anî û bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Meclisa Cîbicîkar a kantona Firatê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku ew êrîşa hovane ya DAIŞ`ê, armanc jê ew bû ku hebûna Kurdên Êzdî li Şengalê bê tunekirin. Lê bi saya qehremaniya YPG, YPJ û Gerîla, karesat hat derbaskirin û gel ji qirkirinê hat parastin.

Her dawî Meclisa Cîbicîkar a kantona Firatê, bang li rayedarên Herêma Kurdistanê kir ku rêzdariyê bide îradeya civaka Êzidî di xwerêvebirin û parastina herêmên xwe de.

Li aliyekî din Partiyen Siyasî yên Kobanê, li qada jina azad hatin gel hev û komkujiya 3’ê Tebaxê bi daxuyaniyekê şermezar kirin

Partiyan di daxuyaniya xwe de gotin: Em tekez dikin ku tiştê li Şingalê qewimî ne bûyerek normal e, lê belê tawanek rêxistinkirî bû ku hemû hêmanên qirkirina etnîkî û olî dihewîne.

Partiyên Kobanê daxwaz ji Netewên Yekbûyî û dadgehên navneteweyî kirin ku li gorî qanûna mirovî ya navneteweyî, berpirsiyarên sûcên li dijî Êzidiyan werin hesabpirsîn û lêpirsîneke navneteweyî ya bêalî were destpêkirin.

Share This Article