Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê ji bo pêşxistina rewşa elektirîkê û xizmeta gel, biryara piştgiriya jeneratorên herêmê da.
Li gorî Ofîsa jeneratoran a Şaredariya gel a bajarê Qamişlo buhayê ampêrên 16 saetan 24 hezar leyreyên sûrî ye.
Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê bi hemanhengiya Yekîtiya Şaredariyan û Rêveberiya Sotemeniyê ji bo pêşxistina rewşa elektirîkê her wiha xizmeta gel biryara piştgiriya jeneratorên herêmê da.
Li gorî Rêveberiyê armanc ji projeeyê ew e ku, li şûna 8 saetên kehrebeyê 16 saetan pêêşkêşî gel bikin.
Rêveberê Ofîsa jeneratoran a Şaredariya gel a bajarê Qamişlo Xalid Cuma buhahê ampêrên 16 saetan 24 hezar leyreyên sûrî ye.
Ev biryar kêfxweşiya welatiyên bajarê Qamişlo zêde kir. Yek ji welatiyan ev biryar weke gaveke ber bi pêşketinê ve bi nav kir.
Li gorî Rêveberiya Ofîsa jeneratoran a Şaredariya gel ya bajarê Qamişlo, di destpêka meha bê de dê mazota xizmetê li jeneratorên taxan were belavkirin û proje bê cîbcîkirin.
