SAZIYA PIRKIRINA TOVAN A MINBICÊ DEST BI BELAVKIRINA TOVÊN ÇANDINIYÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Sazaiya pirkirina tovan a Kantona Minibicê dest bi belavkirina tovên çandiniyê li ser cotkaran kir.
Li gorî Hevserokê Saziya pirkirina tovan a Kantona Minibicê Mihemed El-Birho wan heta niha nêzî 750 ton tov li cotkaran belavkirine.

Saziya pirkirina tovan a Kantona Minbicê dawiya meha Îlonê dest bi belavkirina tovên çandiniyê li ser cotkaran kir.

Piştî saziyê tov paqij û taqî kir vê carê li gorî lîsteya ku hatiye amadekirin bi awayekî birêk û pêk dest bi belavkirina tovan kir.

Sazî bi armanca rê libergirtina keysbaziya bazirganan bi nirxekî ku bidehata cotkaran re bigunce tov difroşe.

Hevserokê Sazaiya pirkirina tovan a Kantona Minibicê Mihemed El-Berho ji Rojava TV re diyar kir ku, wan heta niha nêzî 750 ton tov li cotkaran belavkirine û hezar ton jî paqik kirine.

Li gorî Sazaiya pirkirina tovan a Kantona Minibicê dê pêvajoya belavkirina tovan heta ku cotkar tov werbigirin berdewam bike.

Share This Article