Ezmûnên refa 9’an ên li gorî branşên rejîma berê dest pê kirin û Proseya ezmûnan ji aliyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser ve tê birêvebirin.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser ji bo rêvebirina proseya ezmûnan tevahî tedbîr girtine.
Li kantonên Cizîrê, Dêrazor, Reqa, Tebqa û Firatê 26 hezar û 445 xwendekaran berê xwe dan navendên ezmûnan û dest bi pêşkêşkirina ezmûnan kirin.
desthilata şamê ya nû jî ji bo rêvebirina ezmûnan nûnerên xwe yên ji wezareta perwerdeyê erkdar kirine.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser û desthilata şamê, bi armanca ku xwedenarên refa 9’an ên li gorî branşên rejîma berê yên li herêmên Rêveberiya Xweser ezmûnên xwe pêşkêş bikin, li hev kiribûn.
