Pêngava tomarkirina xwendekarên biranşa rejîma berê ji bo pêkanîna azmûnên xwendekaran ji aliyê xelkên herêmê ve rastî bertekên erênî hat.
Malbetên xwendekaran û welatiyên bajarê Qamişlo destnîşan dikin ku serkeftina vê gavê dê têkiliyên di navbera Rêveberiya Xweser û Desthilata Şamê de xurtir bike her wiha barê xwendekaran sivik bike.
Li ser peymana di navbera Desteya Perwerdehiyê ya Rêveberiya Xweser û Wezareta Perwerdehiyê ya desthilata Şamê, Rêveberiya Xweser gav avêt û navendên tomarkirina xwendekarên biraşa rejîma berê li herêmê vekir.
Ji saetên sibehê ve, navendên ku Desteya Perwerdehiyê destnîşan kirine, deriyên xwe vekirin û dest bi tomarkirina xwendekaran kirin.
Malbetên xwendekaran û welatiyên bajarê Qamişlo kêfxweşiya xwe ji vê biryarê anîn ziman, û destnîşan kirin ku bi vê gavê re barê xwendekaran sivik bû, û pirsgirêka rêyên dûr çareser kir.
Em hemî bi vê rêkeftina ku di navbera Rêveberiya Xweser û Desthilata Şamê de çêbûye kêfxweş bûn.
Ev gav pir erênî bû û rewşa xwendekarên her du bawernameyan di ber çavan re derbas kir û barê wan sivik kir.
Vekirina navendên pêkanîna ezmûnan li kantonan ji bo piştgiriya xwendekaran û parastina wan gaveke pir girîng bû.
Li aliyekî din, welatiyan tekez kirin ku serkeftina vê gavê xizmeta berjewendiyên xwendekaran dike û têkiliyên di navbera Rêveberiya Xweser û Desthilata Şamê de xurtir dike.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 6 navendên tomarkirinê li herêmê destnîşan kirine û deriyê tomarkirinê heya 17’ê vê mehê berdewam bike.
