di çarçoveya bernameya vegera bidilxwazî de 62 malbatên din ji kampa El Erîşa ya li başûrê Hesekê ber bi Dêrazorê ve derketin.
Li gorî rêveberiya kampê, ev kom ji 62 malbatanin û hejmara wan 311 kesin pêk tê û heta niha 9 kom ji kampê derketin.
Vegera malbatan a bi dilxwazî di bin çavdêriya Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran, Komîsyona Penaberan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de pêk tê.
Rêveberiya kampê diyar kir ku veger bi dilxwazî pêk tê û ji bo vegerê jî kar û barên fermî têne temamkirin.
Di çend mehên borî de gelek malbatên ji Hums, Şam, Hema û Idlibê ji kampê derketibûn.
62 MALBATÊN DIN JI KAMPA EL ERÎŞA BER BI DÊRAZORÊ VE DERKETIN
