DÎLGIRTIYÊN HATINE BERDAN BEHSA ÊŞ Û KÊLIYÊN BERXWEDANA LI NAV ZINDANÊ DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Dîlgirtiyên ji zindanên Hikûmeta Demkî hatine berdan qala êş û îşkenceya ku wan kişandiye û nêzîkatiyên xirab a ku li wir pê re rû bi rû mane dikin.

Yekî ji wan got, “Ji bilî heqaret û gotinên nebaş, lêdan kiryareke rojane bû.”

Lêdan, êşkence , zor û zehmetî , Vîn û îradeya şervanên dîlgirtî yên li cem hikumeta demkî ya şamê neşkand û di nava zindanê de berxwedaniyeke bêhampa mîna Ş. Mazlûm doxan û hevalên wî dan meşandin.

Beriya du rojan 232 dîlgirtî ji zindanên hikûmeta demkî ya şamê hatin azadkirin û çavê malbat, zarok, dayik û xizmên xwe ronî kirin.

Dîlgirtiyê bi navê Lewend Hîmo behsa berxwedana zindanê kir û kêliyên wan rojan vegotin.

Li aliyekî din jî dîlgirtiyê bi navê Zagros Qamişlo diyar kir ku wan rojana lêdan û îşkence di nava zindanê de jiyan dikirin .

Duh koma çaran ya dîlgirtiyên di zindanê hikûmeta demkî de bûn hatin azadkirin. Lê hîna jî bi sedan şervan di nava zindanê de ne û çavê malbatên wan li hêviya wan e.

Share This Article