Rêxistina Pêl bi hemanhengiya Kombenda Efrîn a Civakî û Komîteya Koçberên Serêkaniyê di bin ser navê “Verger Destpêk e” panêlek derbarê çawaniya vegera koçberan piştî têkçûna Rêjîma Esad li dar xistin.
Beşdarên Panelê bang li rêxistin û saziyên navneteweyî kirin ku vegereke bi ewle ji koçberan re peyda bikin û dagirkeriyê bi dawî bikin.
Piştî rûxîna rejîma Esed û gihêştina HTŞ ser desthilatdariya Sûriyê, çav li rê ye ku aramiyek peyda bibe û her koçberek li cih û warê xwe vegere .
Di vê çarçoveyê de Rêxistina Pêl bi hemanhengiya Kombenda Efrîn a Civakî û Komîteya Koçberên Serêkaniyê re di bin ser navê “Verger Destpêk e” panêlek derbarê çawaniya vegera koçberan li dar xistin.
Panêl li ser 4 mijaran bi rê ve çû: Vegera bi hevpeymanên QSD û Desthilata Şam a Demkî, Rol û bandora kombendên xwecihî yên koçberan di dosya vegerê de, Rola civaka sivîl di belgekirina binpêkirinan de û nirxandina reşnivîsa vegereke bi ewle.
Endamê rêxistina “Pêl” Hecar Emîn derbarê panelê de li gel Rojava TV axivî û got, armanca wan ji panelê dabînkirina vegereke bi ewle ji koçberan re ye.
Li aliyekî din Cigîra Hevserokatiya Gerînendeya Derve ya Rêveberiya Xweser Gulistan Elî jî diyar kir ku ta niha çete mal û milkên welatiyan desteser kirine, ev yek jî astengiyek mezin li pêşiya vegerê çêdike.
Beşdarên panelê bi yek nêrînê, hebûna Tirkiyê di nava axa Sûriyê de weke dagirkerî bi nav kirin, her weha diyar kirin ku divê aliyên navneteweyî bi gerantî vegereke bi ewle ji koçberan re peyda bikin.
