MECLISA REQA YA WERZÎŞÊ TÎMEKE KARATÊ BO BEŞDARBÛNA PÊŞBIRKA ŞAMÊ AMADE DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

 

Meclisa Reqa ya Werzîşê di çarçoveya amadekariyên tevlîbûna pêşbirka karatê ya li ser asta Sûriyê de, perwerdeyên tîma xwe ya karatê zêde dike.
Tîm ji 8 kesan pêk tê û di bin çavdêriya rahênerên pispor de perwerdeyên xwe dibîne.
Di perwerdeyan de ji bo lîstikvan bi asteke bilind beşdarî pêşbirkên herêmî û navneteweyî bibin, xebateke mezin tê kirin.
Ev beşdarbûn di çarçoveya hewldanên Meclisa Reqa ya Werzîşê ya ji bo îsbatkirina hebûna werzişvanên Reqayê, û pêşkêşkirina performansek berbiçav de ye.
Pêşbirka Karatê ya li ser asta Sûriyê, 1’ê Hezîranê li bajarê Şamê dest pê dike û tê de werzişvanên ji seranserê welêt beşdar dibin.

Share This Article