Ji bo nirxandina xebatên îsal hatine temamkirin û eşkerekirina plana xebatê ya sala bê, Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo civîna xwe ya salê li dar xist.
Civîn bi beşdariya Endam û rêveberên şaredariyê, nûnerên Rêveberiya Xweser, rêxistinên civaka sivîl li hola parka Azadî a bajarê Qamişlo hat lidarxistin.
Di civînê de rapora salane a şaredariyê bi zimanên Kurdî û Erebî hatin xwendin.
di raporê de pirojeyên ku şaredariya gel a Qamişlo pê rabûye hatin pêşkêşkirin, piştre sînevizyonek li ser pirojeyan hate temaşekirin.
di dawiyê de pêşinyar û pirojeyên ji bo pêşerojê hatin nîqaşkirin.
