Di bin dirûşmeya “Komplo wê bi bin bikeve, wekhevî û biratiya gelan wê bi ser bikeve” welatiyên Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê meşek li dar xistin.
Bi sedan welatiyên her du taxan, nûnerên saziyên Rêveebriya Xweser, Partiyên Siyasî û Tevgera Jin beşdarî meşê bûn.
Meş bi xûleyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan dest pê kir.
Piştre axaftin li ser navê meclîsa giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê hatin kirin.
Axêveran komplo şermezar kirin û gotin, sekna Rêber APO û gel, planên komplogeran bêbandor kirin.
Meş bi berzkirina dirûşmeyên bê serok jiyan nabe bi dawî bû.
WELATIYÊN HELEBÊ BI MEŞEKÊ KOMPLOYA 9’Ê COTMEHÊ ŞERMEZAR KIRIN
