⁣ŞAREDARIYA DIRBÊSIYÊ HEWIL DIDE REWŞA XIZMETÊ LI BAJÊR BAŞTIR BIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Şaredariya Gel ya bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê bi ermanca pêşxistina rewşa xizmetê û pêşkêşkirina xizmeteke baş bo şêniyên Dirbêsiyê rêzepirojeyên giring di sala 2025’an de pêk tîne.

Ev projeyên xizmetê pêdiviyên sereke yên jiyanê wekî sererastkirina torên avê, ziftkirina riyan, paqijkirina bajêr û avakirina meştelek çandiniyê di nav xwe de digire.

Di vê çarçoveyê de hevserokê Şaredariya Gel ya Dêrbêsiyê Egîd Misto anî ziman ku armanca wan pêşxistin xizmetê ji bo bajêr û bihêzkirina rola kesayet di şaristaniya bajêr de ye.

Ji aliyê xwe ve Rêveberiya Komîteya Cenetoran di Şaredariya Dirbêsiyê Dara Silêman da xuyakirin ku wan di werza Havînê de demjimêrên jenetoran guhertin..

hêjayî bibîrxistinê ye ku yekîtiya Şaredariyan a Heêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di sala 2024’an de 80 ji sedî pirojeyên ku danîbû pêşiya xwe cîbicîkir kir, li gor yekîtiyê biryare ku di sala 2025’an de pirojeyên mezintir pêk werin..

Share This Article