Li ser daxwazên welatiyan û ji bo sivikkirina barê nexweşan, rêveberiya Nexweşxaneya Dar EL- ŞÎFA’I ya Girkê Legê beşa Neştergeriya Dil û Lênêrîna Giran li avahiya nexweşxaneyê zêde kir.
Welatiyan kêfxweşiya xwe ji vê gavê anîn ziman û keda xebatkarên nexweşxaneyê silav kirin.
Ev der Nexweşxaneya Dar El Şîfa’i ya bajarê Girkê Legê ye, ku rojane nexweş serdana wê dikin, da ku ji xizmetên wê yên tenduristiyê sûdê werbigrin.
16’ê meha Gulanê; piştî erêkirina rêveberiya nexweşxaneyê, du beşên nû li nexweşxaneyê hatin zêdekirin ku ew jî beşên Neştergeriya Dil û Lênêrîna Giran in.
Ji bo ronîkirina girîngiya vekirina van her du beşan, Rojava TV serdana nexweşxaneyê kir û ji rêveberiya wê sedem û armancên avêtina vê gavê pirsî.
Her wiha xelkê herêmê bi vekirina van beşan re dilxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku dê ev gav barekî mezin ji ser pişta wan rake.
Li gorî rêveberiya nexweşxaneya Dar El Şîfa’i, ji dema vekirina van beşan ve û ta niha, 5 nexweşan neştergeriya dil derbas kirine û rewşa wan di bin kontrolê de ye.
